Kurdisch (Sorani)

Bi gelemperî derzî kirinê

1. Derzî kirinê çî ye?

Dayîna leşê ya yek dermanê derzî kirinê ye, ji bo parastina mirovan ji nexweşiyên vegirtî , wek derzî kirinê, tête binav kirin. Ji bo kû mirov were parastin, pêdivî ye kû mirov hembera hinekê nexweşîyan bi rêkûpêk werin derzî kirinê (wek mînakî, tetanos). Hembera nexweşiyên din yek an ji du car derzî kirinê bes in (wek mînak felcê zarokan an jî Korona).

2. Derzî kirinê çawa tê pêk anîn?

Yek derzî kirinê di laşê însana de hêza parastina xwe bi xwe çalak dike. Ji vê re sîstema parastinê jî tê gotin. Derzî kirinê dibe sedem kû sîstema parastinê ji berk û xwe ji nexweşiyan dûr bixe, madeyên xwe yên parastinê hilberîne. Ji bo wan madeyên parastina laşê têne gotin.

3. Ji bo çi derzî lêdan girîng e?

Ji ber derzî kirinê rîsîkoya nexweş bûyînê kêm dibe. Dema kû vîrus, bakterî an jî kufkarik dikevin nav laşê, ev jî wekî enfeksiyon girtinê tête binavkirin. Girtina hin enfeksiyonan dikare mirovan heta mirinê jî bibe. Derzî kirinê dikare pêşî li girtina enfeksiyonan bigre û her wisa pêşî zirarên tenduristiyê kû carinan tenê gelek salan şûnda pêk tên jî, bigre.

Bi gelemperî di derbarê derzî kirinê ya li hembera Koronayê

4. Li Almanyayê ji bo kîjan madeyên derzîkirinê destûr hatîye dayîn?

Li Almanyayê ji bo madeyên derzîkirinê yên hilberînerên BioNTech („Comernaty“), Moderna, Astra Zeneca („Vaxzevria“) û Johnson&Johnson destûr hatîye dayîn.

5. Madeyên derzî kirinê yên curbecur çawa bandor pêk tînîn?

Hemî madeyên derzî kirinê sîstema parastina laşê bi xwe, yê ku jê re parastina pênegirtina nexweşîyê tête gotin, çalak dikin, da kû laşê însanan bikaribe xwe li hembera vîrusê biparêze. Ji ber vê yekê laşê însanan madeyên parastinê xwe ,yên kû laşê li hembera vîrusê diparêzin, çêdike. Bi derzî lêdanê, laşê însanan „fêr dibe“ ka çawa xwe biparêze.

6. Ji hev xwe de dû cûdahîya bandora madeyên derzî kirinê çawa ye?

Hemî madeyên derzî kirinê li hembera giran nexweş bûyîna ya bi Covid-19 ,an jî qet mirina ji ber ew nexwewîye, pir baş diparêzin. Li gorî rewşa zanînê ya heyî, di nav bandora madeyên derzî kirinê de,cûdahiyên zelal tune ne. Tê de guman nîne kû hemî madeyên derzî kirinê hê piştî derzî kirinê ya yekemîn baş û piştî derzî kirinê ya duyemîn jî pir baş diparêzin.

7. Kî bi kîjan madeyê derzî kirinê ve tê derzî kirinê?

Li Elmanyayê, bi taybetî mirovên ciwan yên di navbera 16 û 59 salî de bi BioNTechê tên derzî kirinê. BioNTech niha di YE(Yekitîya Ewropayê) de ji bo zarok û ciwanan ji 12 sali mezintir jî tê pejirandin. Li vir divê li ser benda pêşniyara komîsyona derzî lêdanê ya daîmî were sekinandin, ka gelo divê hemî mirovên ji 12 salî mezintir, an ji di destpêkê de tenê mirovên kû yek nexweşîyekê wan ya berê heye, bêne derzî kirinê.

Moderna niha ji bo mirovên 18 salî mezintir tête pejirandin.

Medeyê derzî kirinê Vaxzevria ya şîrketa AstraZeneca jî, ji bo mirovên 18 salî mezintir tête pejirandin. Komîsyona derzî lêdanê ya daîmî vê derziyê ji bo mirovên 60 salî mezintir pêşniyar dike. Madeyê derzî kirinê yê Johnson & Johnson jî, di heman demê de ji bo kesên ji 18 salî mezintir tête bikar anîn, li vir tenê yek car derzî kirinê bes e.

Ev medeyê derzî kirinê jî, di heman demê de ji hêla komîsyona derzî lêdanê ya daîmî vê, tenê ji bo mirovên 60 salî mezintir tê pêşniyar kirinê. Ji alîyekê din ve, BioNTech, Moderna û AstraZeneca (Vaxzevria), divê her yek du caran bi navberiya çend hefteyan de werin derzî lêdanê.

8. Gelo ez dikarim hilbijêrim ka ez bi kîjan madeyê derzî kirinê werim derzî kirinê?

Na, mirov nikare medeyê derzî kirinê hilbijêre. Lê tu kes ne mecbûr e kû pêşniyarekê derzî kirinê qebûl bike. Pêşniyara derzî lêdana Koronayê bi dilxwazî ye.

Raste rast piştî derzî kirinê çi çêdibe?

9. Piştî derzî kirinê di laşê min de çi çêdibe?

Laşê însanan li hembera derzî kirinê bertek nîşan dide û madeyê parastinê yê xwe çêdike. Ji ber vê yekê, carinan reaksîyonên laş hene kû mirov jî dikare hîs bike û ew ne xweş in. Bi gelemperî ev bertekên li hembera derzî kirinê hêsan in û piştî çend rojan derbas dibin. Reaksîyonên gengaz yên li hembera derzî kirinê ev in: êş û hesasîyeta di cihê kû derzî lê hatîye xistinê de, çermê sor an ji werimandin. Westandin, serêşîyê, agir, sarbûn, bêhalî, li hev ketina mehdeyê û êşa masûlkeyan jî, dikarin pêk werin.

10. Çima piştî derzî kirinê rewşa însanan xirab dibe?

Bedenên me hemî ji hev cûda ne. Ji ber vê yekê jî laşên me cuda-cuda reaksîyon nîşan didin.

Ji ber vê yekê hin kes reaksîyonên li hembera derzî kirinê bihêztir hîs dikin, piranîya însanan lawaztir hîs dikin û hin kes jî hîç hîs nakin.

11. Di navbera reaksîyonên li hembera derzî kirinê û bandorên alî de çi cûdahî heye?

Reaksîyonên li hembera derzî kirinê nîşanekê baş e. Ew yekê nîşan dide kû derzî kirinê bandora xwe pêk anîye û beden dest bi parastina xwe dike.

Bandorên alî ne baş in û dikarin xeternak jî bin. Lê ew jî pir kêm dîyar dibin. Yekê bandorekê alî yê tîpîk, lêbelê yê kû kêm dîyar dibe, ji bo nimûne, reaksîyona alerjîk ya derzî kirinê ye.

Wek mînak, heke piştî derzî kirinê agirê mirov hebe û piştî 3 rojan agir derbas nebe, divê mirov biçe li cem yek doktorekê. Heke piştî derzî kirinê ya madeyê derzî kirinê Vaxzevria ya ji AstraZeneca-yê serêşîyên giran werin pêk anîn û ew çend rojan bidomin jî, divê mirov zû biçe li cem doktorekê.

12. Li hembera derzî kirinê kîjan reaksîyon hene?

Reaksîyonên gengaz yên li hembera derzî kirinê ev in: Êş û hesasîyeta di cihê kû derzî lê hatîye kirinê de, çermê sor, an ji werimandin. Westandin, serêşîyê, agir, sarbûn, li hev ketina mehdeyê û êşa masûlkeyan jî dikarin pêk werin.

13. Kîjan bandorên alî hene?

Hemû bandorên alî pir kêm dîyar dibin. Di hemû madeyên derzî kirinê de wek mînak car caran reaksîyonên alerjîk dîyar dibin. Di AstraZeneca û Johnson&Johnsonê de, di rewşên pir – pir kêm de lebatên xwînê pêk tên. Di BioNTechê de niha lêkolîn tên pêk anîn, çend bûyerên pir kêm de kû îltîhaba parxûneyê qelbê pêk hatîye, ka gelo ji ber derzî kirinê pêk hatine, an na. Wekî din, di çend bûyerên takekesî de felcê demarî ya rûvî ya tûj hate dîtin, kû di hemî bûyeran de piştî çend hefteyan paşde vegerîya. Hîn ne diyare kû ka gelo bi rastî yek pêwendiyekê ve yekê bi derzî lêdanê re heye, an na.

14. Ez ji ber derzî lêdana yekem çiqas baş têm parastinê?

Vêga li ser vê yekê bi hûrgulîtir tête lêkolîn kirin. Ji ber vê yekê, hîn jî agahdarîyekê bi tevahî pêbawer tune ye. Vêga wisa tê qebûl kirin kû hê derzî kirinê ya yekemîn jî, xwe li hembera demajoya giran, an ji mirinê yek parastinekê baş, an ji pir baş pêk tîne. Lêbelê, ev tenê çend hefte an ji çend mehan berdewam dike, ji ber vê yekê divê derzî kirinê ya duyemîn her dem bête kirin (ji bilî Johnson & Johnson, kû tenê yek derzî kirinê pêdivî ye). Bi derzî lêdana yekemîn re, mirov di cîh de ji bo dema ji bo rendavûya derzî kirinê ya duyemîn distîne.

15. Ez ji ber derzî lêdana duyemîn çiqas baş têm parastinê?

Derzî kirinê ya duyemîn pêvajoya derzî kirinê temam dike (ji xeynî Johnson & Johnson, ku tenê yek car derzî kirinê pêdivî ye). Divê di her rewşê de derzî kirinê ya duyemîn were pêk anîn, ji ber kû bêyî wê, parastina derzî kirinê ya kû piştî derzî kirinê ya yekemîn hatîye qezenc kirin, piştî çend hefteyan û çend mehan dîsa kêm bibe.

16. Ma gelo ez ji ber derzî lêdana tevahî heya kengê têm parastin?

Vêga li ser vê yekê bi hûrgulîtir tête lêkolîn kirin. Pispor niha dibêjin kû mirov bi kêmasî şeş mehan piştî derzî kirinê ya duyemîn, hîn jî pir baş tê parastin. Wê hingê dibe kû dîsa pêdivîyê hebe kû derzî kirinê were nû kirinê. Di derzî kirinên li dijî tetanozê de jî wusa ye. Pêdivî ye kû ev derzî kirinê di her 10 salan de carekê were nû kirinê.

17. Ma temenê min bandorê li ser derzî lêdanê dike?

Erê. Bi zêdebûna temenê re, sîstema xwe parastina laşê jî lawaz dibe. Li anegorî zanînên heyî yên di derbarê derzî kirinê de, hê di temenên pir bilind de jî, bi rêya madeyên derzî kirinên kû ji alîyê YE (Yekitîya Ewropa) re hatine pejirandin, yek parastinekê temam pêkan e.

18. Tevî derzî kirinê jî, ez dikarim virusê derbasê kesên din bikim?

Erê. Heke îhtîmal pir kêmtir be jî, derbas kirina kesên din ya vîrûsê gengaz e. Li anegorî rewşa zanînê ya heyî, lêbelê demajoyên nexweşiyê li cem mirovên kû derzî li wan hatîyê xistin de, bi gelemperî hêsan e.

19. Ger min nexweşîya koronayê derbas kirine û ez dîsa ji nexweşîyê baş bûme, ez dikarim dîsa jî, derzî kirinê pêk bînim?

Erê, lêbelê di vê rewşê de derzî kirinê herî zû piştî 6 mehan tête pêşniyar kirin, da kû yek hilberîna parastina pênegirtina nexweşîyê ya dijî vîrusê kû hîn heye, dîsa were pêk hatin.

20. Ma gerek ez piştî derzî kirinê hîn jî maskeya parastina devê xwe bikar bînim û qaîdeyên paqijiyê bi cîh bînim?

Erê. Qaîdeyên tevgerê yên heyî di rewşa pandemiyê de, berdewam dikin. Mirov dikare hîn piştî derzî kirinê jî nexweşîya koronayê derbasî kesên din bike. Ji ber vê yekê rêzikên ewlehiyê berdewam dikin.

21. Awantajên derzî kirinê çi ne?

Hûn ji yek demajoya giran an ji mirinê ya nexweşîya virusê coronaya têne parastin. Bi pêk anîna derzî kirinê yek enfeksîyon girtinê ya bi vîrusê koronayê îhtîmalekê pir hindik e. Pir kêmtir îhtîmal heye kû hûnê bi xwe enfeksîyona vîrusê koronayê derbasî kesekê din bikin.

Ji derveyî feydeyên tenduristiyê, hûn dikarin beşdarê gelek çalakiyên şahînetbûnê bibin, yên kû bêyî derzî kirinê ne pêkan nin. Heke hûn derzî lêdanê îspat bikin, hûn dikarin dîsa vegerin qehwexaneyan, bi hevalan re hevdîtinê pêk bînin û ji dema xwe ya vala bêtir kêf bistînin.

Kîjan rîsîko hene?

22. Ma însanên kû ji însanên din bêtir, di binê rîsîkoya enfeksiyon girtinê de ne, hene?

Metirsiya pir mezin yê mirovên pîr û nexweşên pir giran hene kû bi giranî nexweş bikevin, an jî, ji Covid 19 bimirin. Kesên kû bi mirovên din re gelek têkilî datînin, di bin metirsiya enfeksiyon girtinê yê pir mezin, de ne. Di nav wan de, wekî mînak, doktor, hemşîre, kesên kû li stargehên kolektîf de dijin, polîs an ji mamoste hene.

23. „Pêşanî kirin“ tê çi wateyê

Pêşanî kirin tê wê wateyê kû tiştekê bi taybetî girîng heye. Bi girêdana bi nexweşîya koronayê re, wateya pêşanî kirinê eve kû mirovên kû bi taybetî di bin xeteriyekê mezin de ne, pêşî ew têne parastin.

24. Çima mirovên kû li stargehên kolektîf de dijin, ji însanên din zûtir têne derzî kirinê?

Mirovên kû li stargehên kolektîf de dijin, di bin metirsîya mezin ya girtina vîrusê korona de ne, ji ber kû gelek kes li vir di cihekî piçûk de, bi hevra dijîn. Ew yekê parastina ji hev dûrketinê pir dijwar dike. Ji ber vê yekê bi taybetî pir girînge kû meriv van mirovan pir baş biparêze.

25. Ma gelo madeyên derzî kirinê li ser penaberan têne ceribandin?

Na! Madeyên derzî kirinê demekê dirêj li ser dilxwazan hatin ceribandin. Di vê navberê de, li seranserê cîhanê de hema hema du mîlyar malzemeyên çalak ji bo derzî kirinan hatine bikar anîn. Zêdetirî mîlyarekê însan, hema hema heftemîn nifûsa ya hemû cîhanê, bi temamî hatîyê derzî kirinê.

26. Gelo ez dikarim derzî kirinê pêk bînim, heke nexweşiyên min yên berê hebin?

Erê. Tam wê hingê ye kû divê hûn derzî kirinê pêk bînim, ji ber kû rîsîkoya yek pêvajoya giran ya nexweşiya COVID ,ji bo we bilindtir e. Ji ber vê yekê însanên kû nexweşîyên wan yên giran hene, ji ber vê yekê li Almanyayê , berê, di dora yekemîn de, têne derzî kirinê.

27. Ger ez ducanî bim ez dikarim derzî kirinê pêk bînim?

Derzî kirinê ya gelemperî di dema ducaniyê de niha nayê pêşniyar kirin, ji ber kû niha di derbarê bikaranîna madeyên derziyan yên COVID-19, di dema ducaniyê de, di destê me de tû agahdarî tune. Ger ji bo jina ducanî ji ber sedemê yek nexweşiyekê berê, yek rîsîkoyê mezin ji bo yek demajoya giran ya COVID-19 hebe, wê demê piştî bi baldarî pîvandina sûd û xeteran û piştî agahdariya berfireh, dikare di rewşên takekesî de, derzî kirinê were pêşkêş kirinê.

28. Ma gelo zarok dikarin werin derzî kirinê?

Madeya derzî kirinê ya şîrketa BioNTech vê dema dawiyê de li nav YE ( Yekitîya Ewropa) ji bo zarok û ciwanên ji 12 salî mezintir hate pejirandin. Lêbelê hîn jî tu pêşniyarek ji komîsyona î kirinê ya mayînde tune ye. Bi vê yekê ve tê hesap kirin kû, ev pêşniyar dê di destpêkê de tenê ji bo zarok û ciwanên kû nexweşiyên wan yên girany ên berê hene, ji bo wan were qebûl kirin.

29. Divê kî neyê derzî kirinê?

Mirovên kû xwe nexweş hîs dikin û wek mînakî, agirê wan yê bilind heye, divê tenê dema kû ew dîsa tendurist bin, wê demê werin derzî kirinê.

30. Ma gelo derzî kirinê mirovan bêber (steril) dike?

Na. Qet tu belgeyekê zanistî tune kû,nîşan bide kû derzî kirinê mirovan bêber (steril) dike.

31. Ji ber çi sedeman ji bo hinekê madeyên derzî kirinê de, derzî kirinê hate rawestandin?

Derzî kirinê hate sekinandin, ji ber kû hat daxwaz kirin kû di derbarê hinekê madeyên derzî kirinê de, berê bi hûrgulî lêkolîn werin pêk anîn, ka gelo komplîkasyonên wan yên gengaz çi ne. Ewlehiya hemî mirovan her gav tiştek herî girîng e. Ji ber vê yekê lêkolîn pir bi teqezî têne meşandin.

Ez çawa dikarim derzî kirinê pêk bînim?

32. Ma gelo ji bo kû ez derzî kirinê pêk bînim, divê ez xwe qeyd bikim?

Erê. Li Eyaleta Saksonyaya Jêrîn de,avahîyên cihêreng yên qeyd kirinê hene:

Hejmara telefonê ya xeta hotline ev e: 0800 99 88 665

Mirov dikare ji roja duşeme heya roja şemîyê, ji demjimêr 8ê sibeyê heya demjimêr 20ê êvarê, telefona hotline bike.

Rojên yekşemî û betlaneyên fermî xeta hotline tê girtin.

Portala derzîlêdana ya Onlinê:

https://www.impfportal-niedersachsen.de

Derveyê vayê, her weha hûn dikarin rasterast telefona doktora xwe yê malbatî / doktorê xwe yê malbatî, an ji doktorên kû li herêma we da ne, bikin. Gelek doktor muayeneyên xwe de, li hembera nexweşîya koronayê derzî lêdanê pêk tînin. Wekî qaîde, divê hûn berê li vir xwe qeyd bikin û dê dema bendewariyê dikare çend hefteyan bidome. Di stargehên penaberan de xebatkarên sosyal ji bo qeyd kirinê dibin alîkar.

Li cem cîhê agahdarî dayina ya doktoran de mirov dikare li Eyaleta Saksonya Jêrîn de, doktorên kû bi gelek zimanên cuda diaxifin bigere:

https://www.arztauskunft-niedersachsen.de

33. Ma gelo di derbarê derzî lêdanê de axaftinê şêwirmendiyê heye?

Berî derzî lêdanê, mafê her kesî heye kû şîreta bijîşkî bistîne. Ev li her devera kû hûn derzî kirinê pêk tînin de, muayeneya doktorê malbatê de û her weha di yek navendekê derzî kirinê de, derbas dibe. Hemû pirsên we yên kû hebin, dê werin nîqaş kirinê. Heke we hîn di der barê derzî lêdanê de, biryar xwe nedaye, hûn dikarin li cem doktora xwe yê malbatî / doktorê xwe yê malbatî de, ji bo daxwaza yek axaftinekê şêwirmendiyê, serîlêdan pêk bînin.

34. Gelo birastî li Almanyayê kî derzî lêdanê pêk tîne?

Li Almanya, di navendên derzî lêdanê de,her weha tîmên derzî lêdanê yên gerok, doktorên gelemperî û doktorên pispor jî, ji dema 7ê Hezîran 2021 vir va, di nav pargîdanîyan de û doktorên taybet , dikarin derzî lêdanê pêk bînin.

35. Tîmên tîmên derzî lêdanê yên gerok çi ne?

Tîmên derzî lêdanê yên gerok beşek ji yek navendekê derzî lêdanê ne û tîmên ji doktoran in kû, wek nimûne, diçin stargehên lênêherîne – û pîr û kalan, stargehên kolektîv yên ji bo penaberan, an jî diçin li deverên xanîyan kû, di nav wan de bi taybetî hejmarekê mezin ji mirovan, di cîhên teng de girtî dimînin. Ew di wê derê , di cîh de, di bin şert û mercên tenduristîyê de, rasterast derzî lêdanê pêktînin.

36. Li kû derê agahdarîyên bêtir hene?

Agahdarîyên bêtir li vir hene:

https://www.niedersachsen.de/Coronavirus
https: //www.zusammengegencorona.de/
www.impfen-gegen-corona.eu

Pirsên hiqûqî

37. Ma gelo derzî kirinê bi dilxwazîye ye?

Erê. Li Almanya, hûn her dem bi xwe biryar didin ka hûn dixwazin derzî kirinê pêk bînin, an jî na.

38. Ger ez nexwazim derzî kirinê pêk bînin, ezê werim ceza kirinê?

Na. Kes nayê ceza kirinê . Pêk anîna derzî kirinê bi dilxwazî ye.

39. Ma gelo bandora pêk anîna derzî kirinê li ser pêvajoyek penaberiyê ya berdwam heye?

Na. Ka mirov derzî kirinê pêk bîne an ji derzî kirinê pêk nebîne, nayê ceza kirinê û bandora vê yekê li ser pêvajoya penaberiyê ya berdewam, tune ye.

Komîsyona Derzî lêdanê ya Daîmî (STIKO) ji bo Almanya derz kirinan pêş dixe.Ew komîsyon ji 16 pisporên dilxwaz pêk tê.Komîte bi pirsên derzî lêdan û nexweşiyên vegirtî re mijûl dibe û pêşniyarên derzî lêdanê pêşkeş dike.

Additional links